Dengdana Ser Împîçkirina Trump Îro Çarşemê li Dar Dikeve

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi ragihand ku dengdana ser împîçkirina Serok Donald Trump dê îro Çarşemê çêbe.

Navenda Nûçeyan- Nancy Pelosi dîyar kir ku Civata Nûneran dê yek ji karên xwe yên herî girîng bike û bang li hemî endamên civatê kir ku li ser sonda xwe bisekinin û berevanîya qanûna bingehîn ya Amerîkî bikin.

Nancy Pelosi got: ‘’Li Amerîka, ti kes ne di ser qanûnan re ye’’

Serok Trump do Sêşemê bo Xanim Pelosi nameyeke bi şeş rûpel nivîsîbû.

Trump di nameyê de dîyar kiribû ku Demokrat zararê didin demokrasîya Amerîka û îdia kiribû ku pêvajoya împîçkirinê ‘’hewildaneke darbeyê’’ ye.

Şirovekar didin zanîn ku ger Civata Nûneran împîçkirina Trump bipejirîne jî Civata Senatoran, ku piranîya wê Komarî ne, împîçkirinê napejirîne.

Dengê Amerîka

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene