Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî koça dawî kir!

Dengbêjê navdar ê Kurd Seyîdxanê Boyaxçî, îro li mala xwe ya li bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê wefat kir.

Seydo Şîmşek ku wî 87 sal bû û di nav xelkê de weke Xalê Seyîdxanê Boyaxçî dihat naskirin, ev heyamek e nexweş bû.

Cenazeyê Seyîdxanê Boyaxçî dê li Goristana Yekîkoy a li Rezanê bi xakê bê spartin.

Xalê Seyîdxanê Boyaxçî kî ye?

Dengbêjê navdar ê Kurd Seyîdxanê Boyaxçî sala 1933an li gundê Lexerî yê ser bi Erxenîya Amedê ve jidayîk bû.

Dema Seyîdxanê Boyaxçî 4 salî bû bavê wî wefat kir û ji alîyê mamê xwe ve hat mezinkirin û dibistan ne xwend.

Ew dengbêjê Kurd ji temenê xwe yê 15 salîyê ve li navçeya Sûra Amedê karê boyaxkirina pêlavan kir û bo heyama 25 salan ev kar berdewam kir û herwiha demekê jî di Şaredarîya Amedê de weke karmendê paqijkirinê kar kir.

Piştî demek dirêj ji kar û xebatê, Seydo Şîmşek ango Xalê Seyîdxanê Boyaxçî dest bi gotina kilaman kir û li gel bi dehan kilamên wî navî wî di nav xelkê de belav bû

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin