Demokratan li ser nijadperestîyê nîqaş kirin

Nîqaşa ser nijadperestîyê ya di navbera Kamala Harris û Joe Biden, ku berê cîgirê serok bû, deng veda.

Nîqaşa ser nijadperestîyê ya di navbera Kamala Harris û Joe Biden, ku berê cîgirê serok bû, deng veda.

Şiroveyên di medya Amerîkî de didin zanîn ku Senatora California Kamala Harris di nîqaşê de bi ser ket.

Berbijarên Demokrat di beşa yekê ya bernameyê de li ser sîyaseta navxweyî ya Amerîka axifîn.

Wan bala xwe dan ser sîgortaya saxlemîyê, perwerdekirina bêpere û nîqaşên ser dayîna bacê.

Berbijaran sîyaseta bacê ya rêvebirîya Serok Donald Trump rexne kirin û dan zanîn ku sîyaseta bacê ya heyî tenê bi kêrî kesên dewlemend tê.

Di beşa duyê ya bernameyê de nîqaşên tûjtir destpê kirin.

Senatora California Kamala Harris û Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Joe Biden ser nijadperestîyê axifîn.

Harris îdia kir ku Biden bi senatorên nijadperest re peywendîyên baş çêdike û Biden jî got ku wî bi ti awayî pesna nijadperestan nedaye.
Hin berbijarên din ser sosyalîzm û kapîtalîzmê axifîn.

Senatorê Vermont Bernie Sanders, ku bi sîyaseta xwe ya sosyalîst tê nas kirin, Donald Trump bi tundî rexne kirin.

Wî idia kir ku Trump ‘’derewîn û nijadperest e’’ û got du ‘’Amerîkî divê bibînin ku ew çiqas hîlekar e’’
Dema bername dewam dikir Trump ji Twitterê ‘’Temamê Demokratan destên xwe bo xizmeta saxlemîyê ya bêsînor ya bo bi mîlyonên koçberên qaçax destên xwe rakirin. Gelo em berê bala xwe bidin ser hemwelatîyên Amerîka wê çawa be?’’ nivîsî.

Berbijar bi berdewamî ser kêşeyên koçberîyê, aborîyê axifîn û li gor mijarên din kêmtir jî derbarê sîyaseta Amerîka ya bo derve peyivîn.

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene