Demîrtaş ‘Xelata Wêrekîya Sîyasî’ wergirt

Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş, li Swêdê ‘Xalata Wêrekîya Sîyasî ya 2019an’ wergirt.

Navenda Nûçeyan- Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) ku 6 sal berê li Almanyayê hatibû damezrandin û toreke partî û rêxistinên sosyal demokrat e û herwiha ji 140 welatan, sosyal demokrat, partîyên sîyasî û sazî tê de cih digirin, ‘Xalata Wêrekîya Sîyasî ya 2019an’ da Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş.

Li bajarê Stocholm ê Swêdê merasîmek ji bo belavkirina xelatan ji alîyê Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) hat sazkirin.

Di wê merasîmê de hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş jî amade bû û li ser navê navê Demîrtaş, ‘Xalata Wêrekîya Sîyasî ya 2019an’ wergirt.

Başak Demîrtaş di wê merasîmê de nameyeke ku wî xelatî dîyarî tehavîya gelê Tirkiyê dike xwend.

Raportora Tirkîyê li Parlamentoya Ewropayê Katî Pirî jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê wêneyek ji wê merasîma xeladayînê belav kir.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li bajarê Edîrne yê Tirkîyê di zîndanê de ye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist