Demîrtaş: Tenduristîya min zêde baş nîne

Demîrtaş: Banga HDPê ya hilbijartinên pêşwext rast e

Navenda Nûçeyan- Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş dibêje, tenduristîya wî baş nîne. Demîrtaş di mijara hilbijartinên pêşwext de jî piştevanîya HDPê dike.

Sîyasetmedarê girtî yê kurd Selahedîn Demîrtaş, bi rêka parêzerên xwe ji rojnameya Evrensel ya Tirkîyê re behsa tenduristîya xwe û sîyaseta HDPê kirîye.

Demîrtaş li ser tenduristîya xwe gotîye: Mixabin tenduristîya min zêde baş nîne. Tehlîl û kontrol didomin lê heta niha ti teşxîsek nedane nexweşîya min.

Hevserokê berê yê HDPê her wiha daye zanîn ku wî bi xwe nexwastîye xebera nexweşîya zû bigihê HDPê û gotîye, ji ber ku di girtîgehê de gelek kes ji wî nexweştir hene ji ber wê jî wîjdana wî qebûl nekirîye nexweşîya xwe bixe rojeva partîyê.

Demîrtaş li ser banga HDPê ya hilbijartinên pêşwext jî, ragihandîye, ew banga HDPê di cih de ye lê nabe tenê ew bang di gotin de bimîne.

Hefteya borî Demîrtaş di girtîgehê de nexweş ketibû û li ser hişê xwe çûbû, piştî hefteyekê ew biribûn nexweşxanê û dîsa vegerandibûn girtîgehê.

Hevjîna wî Başak Demîrtaş jî, piştî pê re hevdîtin kiribû, gotibû, Selahedîn ji ber tiştên ku diqewimin, gelekî xemgîn û bihêrs e. 

Selahedîn Demîrtaş payîza sala 2016 bi tohmeta endamtîya PKKê hat girtin û ji wê demê ve di girtîgeha bajarê Edîrne yê Tirkîyê de ye.  

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye