Demîrtaş ji Şivan Perwer re nameyek şand

Selahattîn Demirtaş ku di girtîgeha Edirnê de ye, nameyek ji hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer re şand û têde hêvîya serkevtinê ji bo hewldanên hunermendên Kurd ên bo pêkanîna yekrêzîya Kurdan dixwaze.

Navenda Nûçeyan - Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ku di girtîgeha Edirnê de ye, nameyek ji hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer re şand û têde hêvîya serkevtinê ji bo hewldanên hunermendên Kurd ên bo pêkanîna yekrêzîya Kurdan dixwaze.

Şivan Perwer li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîyar kir ku hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş nameyek bo wî şandîye û nameya Demîrtaş li ser Facebooka xwe belav kir.

Perwer, nameya Demîrtaş bi vê gotinên xwe belav kir: “Peyamek ji Mîhengê Netewa me, Rêzdar Selaheddin Demirtas ji bo Mamoste Şivan Perwer”

Demîrtaş di nameya xwe de dîyar dike ku slavên Şivan Perwer gihîştine wî û ew bi wê yekê kêfxweş bûye.

Di nameya xwe de Demîrtaş nivîsandîye: “Hêvîdar im moralê we bilind e û tendirustîya we baş e. Gerek gelê me û gerek hemû mirovatî, ez bawerim dê di vê pêvajoyê de bi têkoşîna raman û rewana netewî pêkve serefiraz derbas bikin.”

Demîrtaş di beşeke din a nameya xwe de dide zanîn ku ew helwesta hunermendên Kurd ên ji bo Yekîtîya Netewî bi dilxweşî û serefirazî dişopîne û dibêje: “Hêvîdarim çalakîyên we bi gernasî û bê tirs berdewam bin. Di kesayetîya we de, ji bona hemû hunermendên Kurd rêz û slavên xwe yên germ û dilvîn dişînim û serkeftin û serefirazîya we her dixwazim. Bendewar û bawerim ku emê li pêşerojê di rojên azad de hevudû bibînin.”

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin