Demîrtaş: Ez narevim!

Îro dîsa dadgeha siyasetmedarê girtî yê kurd Selahedîn Demîrtaş hebû.

Îro dîsa dadgeha siyasetmedarê girtî yê kurd Selahedîn Demîrtaş hebû. Rûniştina dadgehê li girtîgeha Sîncan ya Enqerê pêk hat lê Demîrtaş, ku li girtîgeha Edîrnê de ye, bi rêka vîdeoyê berevaniya xwe kir.


Siyasetmedarê kurd û hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, eger wî derxînin derveyî sînorên Tirkiyê jî ew nareve û dê bo lêpirsîna wan kesên ku ew xistine zîndanê, vegere.


Demîrtaş, dewlet û dadweriya Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar kir ku ew bi neheqî girtine û ew xwe wek dîlekî siyasî dibîne, ji ber ku dadgeha Ewropayê jî dibêje, girtina Demîrtaş siyasî ye ne hiqûqî.


Selahedîn Demîrtaş, bersiva wan tohmetan jî da ku dibêjin eger were berdan dê bireve û got, eger min ji sînorên Yûnanistan-Tirkiyê jî wêdetir daynin, ez narevim, ezê bo lêpirsîna wan kesên ku ez xistime zîndanê, vegerim.
Demîrtaş, ji payîza 2016 ve û bi tohmeta endamtiya PKKê hatiye girtin û li ser çend tohmetan tê dadgehîkirin û jê re 142 sal zîndan tê xwastin!
 


 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist