Demîrtaş dîsa birin nexweşxaneyê

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatin Demîrtaş ku niha li zîndana Edîrneyê girtî ye êvarîya îro rewşa wî tenduristî xirab bû û ew bo nexweşxanîyê veguhestin.

Navenda Nûçeyan- Hevserokê berê yê HDPê Selahatin Demîrtaş îro êvarî saet derdora 18.00 bi sedema nexweşîya sing û bêhntengîyê bo Nexweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Trakyayê hat veguhestin.

Piştî ku Demîrtaş birin nexweşxaneyê Fermandarîya Cendirmeyên Parêzgeha Edirneyê derdorê nexweşxaneyê dorpêç kirin û tedbîrên ewlehîyê berfireh kirin.

Selahedîn Demîrtaş gotibû ku derengxistina zanyarîyên derbarê tenduristîya wî de biryara wî bûye û got ji ber hindê agahîya HDPê ji rewşa wî nebûye. Demîrtaş gotîye, “Di nav ewqas meseleyan û di demeke hebûna ewqas nexweşên girtî de, min nexwest rewşa tenduristîya min bibe rojev.”

Aygul Demîrtaş ku di heman demê de parêzera wî ye, berê hefteyekê ragihandibû ku birayê wê Selahedîn Demîrtaş roja 26ê Mijdarê, derdora demjimêr 05.30an ji ber sedemên bêhntengbûn û wernegirtina henaseyê, ji ser hişên xwe çûye û demeke dirêj bi wî awayî maye. Xwîşka Demîrtaş gotibû ku tevî hefteyek derbas bûye birayê wê bo nexweşxaneyê nehatîye veguhastin.

Piştî vê daxuyanîyê, şandeke parlamenterên HDPê serdana Selahedîn Demîrtaş kiribûn li girtîgeha Edîrneyê û aşkere kiribûn ku piştî gotûbêjên li gel berpirsên wê zîndanên, Demîrtaş bo nexweşxaneyê hatîye veguhastin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist