Dema xebatên çêkerina rê mezelên şikeftî yên 3 hezar salî hatin dîtin

Dema xebatên çêkerina rê mezelên şikeftî yên 3 hezar salî hatin dîtin

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, dema xebatên kolandinê yên firehkirina rêya navçeya Erdîşê 2 mezelên şikeftan ên 3 hezar salî hatin dîtin.

Hat ragihandin ku dema xebatên kolandina rêya navbera Erdîş-Adilcewazê di 20 kîlomtereya rê de, di kolanan de 2 mezelên dîrokî hatine dîtin û yên serdema Ûrartûyan e.

Pisporên erdnasiyê yên Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê piştrast kirine ku herdu mezelên şikeftan xwedî dîroka bi qasî 3 hezar salan e û ew mezelên kesayetên girîng ên Ûrartûyan e ku li mezelên şikeftan dihatin veşartin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê