Dema tomarkirina namzedên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat dirêjkirin

.

Dema tomarkirina namzedan ji bo şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê heta 31ê Adarê hat dirêjkirin.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumana Xelayî ji ajansa Kurdistan24ê re ragihand, dema tomarkirina namzedên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê heta 31ê Adarê hatiye dirêjkirin.

Xelayî got, heta duhî êvarê 27-03-2024an, YNK û PDKê lîsteya namzedên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê radestî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê nekirin.

Amaje bi wê jî kir, li Hewlêrê 12 namzedên serbixwe, li Silêmaniyê 20 û li Duhokê jî 13 namzetên serbixwe navê xwe tomar kirine.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand, heta niha ti daxwazeke fermî ji bo paşxistina hilbijartinan nehatiye pêşkêşkirin û ew rijd in li ser lidarxistina hilbijartinan di meha Hezîrana bê de.

Da zanîn jî, li Herêma Kurdistanê 3 milyon û 789 hezar û 360 kes mafê wan ê dengdanê heye, ji wan 2 milyon û 783 hezar û 552 kesan kartên wan ên dengdanê nû kirine, zêdetirî milyonekî kertên xwe nû nekirine.

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin