Dema dabeşkirina lîwayên hevbeş diyar bû

.

 Emîndarê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer dibêje, ew bi hêvî ne ku Çile an Sibatê hêza hevbeş bên avakirin û valahiyên ewlekarî bên tijîkirin. Li gor amarên Wezareta Pêşmerge, ji destpêka îsal ta dawiya Cotmehê, li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, DAIŞê 206 karên teroristî kirine.

Di êrîşa DAIŞê ya dawiyê de, ser hêzên pêşmerege û welatiyan şeva Pêncşema borî li gundê Xidir Cîce li sînorê qezaya Mexmûrê, 10 pêşmerge û sê welatî şehîd bûn.

Berpirsên Herêma Kurdistanê dibêjin, bi girtina valahiyên ewlekarî û encamdana operasyonên hevbeş dinavbera pêşmerge û artêşa Iraqê de, wê rê li pêşiya êrîşên DAIŞê bê girtin û ziyanek zêde bighe wê rêxistina tundrew.

Emîndarê Wezareta Pêşmerge dibêje, operasyonên hevbeş di vê demê de gelekî pêwîst in.

Cebbar Yawer, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, dibêje, “Du lîwa dê bên avakirin. Lîwayên me amade ne. Her aliyekê lîwaya xwe rahênan dike. Biryar e Berfanbarê herdu lîwa beşdarî binkeyên rahênanê yên hikûmeta federal a Iraqê bibin û em bi hêvî ne Çile an Sibatê ew lîwayên hevbeş bi ser navçeyên ku valahî lê heye de bên dabeşkirin.”

Piştî bûyerên 17ê Cotmeha 2017an, valahiyên ewlekarî çê bûn.

Li gor amarên Wezareta Pêşmerge, ji destpêka sala îsal ve heta dawiya Cotmehê, li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, DAIŞê 206 karên teroristî kirine, di encamê de 837 kes şehîd û birîndar bûn, an hatin revandin.

Bi gotina berpirsê Mihwerê Mexmûr- Giwêr  ê hêzên pêşmerge , yek ji hokarên zêdebûna êrîşên DAIŞê , kêmbûna operasyonên hevpeymaniyan li dijî DAIŞê ne, hokarê wê yekê jî ewe ku çekdarên DAIŞê şerê partîzanî dikin.

Herwiha dibêje,ku DAIŞ şevê bi azadî çûnûhatinê dike û hinek kes hene rêberiyê jê re dikin û behsa plana pêşmerge dike jibo rûbirûbûna wan êrîşan .

Sîrwan Barzanî, Berpirsê Mihwerê Mexmûr-Giwêr ê Pêşmerge, dibêje, “Li seranserê sînor Pêşmerge heye, lê şerê partîzanî û grûpên biçûk, bê teknolojiya nû zehmet e. Em mijûlin bo wê bidesxistina wê teknolojiyê û rizamendî jî hatiye dayîn.”

Ji 27ê Mijdarê ve û heta roja Înê 2-12-2021ê, çekdarên DAIŞê 4 êrîş birin ser  hêzên pêşmerge û welatiyan, li sînorên Germiyan û Mexmûr, di encamê de 18 pêşmerge û sê welatî şehîd bûn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de
Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir