Dema civîna Parlamentoya Kurdistanê dîyar bû

Biryare roja 13.11.2019ê Parlamentoya Kurdistanê bicive û yek ji bernameyên karê parlamentoyê pejirandin û bawerî dayîn serok, cîgir, biryarder û endamên lijneyên daîmî yên nû ne.

Navenda Nûçeyan- Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê fraksîyona PDKê Çîya Hemîd Şerîf ji BasNewsê re got: ‘’Divê heta berî civîna Parlamentoya Kurdistanê ya roja 13.11.2019ê fraksîyon li ser navên cîgir, biryarder û endamên 4 lijneyên nû bigehin rêkeftinê û navan radestî desteya serokatîya Parlamentoya Kurdistanê bikin.’’

Herwaha got: ‘’Roja Çarşemê Parlamentoya Kurdistanê dicive û yek ji bernameyên kar jî bawerî dayîna bi serok, cîgir, biryarder û endamên 4 lijneyên nû ne û navê wan lijneyane jî nû ye û li gor rêkeftina fraksîyonan, serokên wan hatine zelal kirin û ew lijne jî navên wan waha ye:

- Lijneya navxwe, serokê wê ji Tevgera Gorran e.

- Lijneya karûbarên parlamentoyê, serokê wê ji Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê ye.

- Lijneya berhemanînê, serokê wê ji YNKê ye.

- Lijneya karûbarên jinan, serokê wê ji PDKê ye.

Li gor peyrewa navxwe ya parlamentoyê ku hat nûjen kirin û sererast kirin, lijneyên daîmî hejmara wan 15 lijne bûn, lê hate zêde kirin û bûn 19 lijneyên daîmî.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist