DEDAŞê li Mêrdînê 97 trafo kom kirin

.

DEDAŞê li navçeya Dêrika Çiyayê Maziyê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi hînceta aboneyan deynên xwe yên elektirîkê nedane 97 trafoyên elektirîkê kom kirin.

Kompanya Dabeşkirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya DEDAŞê, bi biryara Rêveberiya Cîbicîkar a Kompaniyê aboneyên ku deynên xwe yê elektirîkê nedane elektirîka wan hatiye birîn.

Herwiha DEDAŞê da zanîn, “trafoyên ku bi awayekî qaçax hatine danîn û bi qaçax dihatin bikaranîn hatine berhevkirin.”

Di heman demê de DEDAŞê elektirîka gelek zeviyên çandiniyê ya ji bo avdaniyê tê bikaranîn jî bi heman hîncetê birî ye.

Bi van hîncetan DEDAŞê 22yê Tîrmehê bi hevkariya cendirmeyan dest danîne ser 97 trafoyên elektirîkê û hatine komkirin.

Di dema rakirina trafoyan de li hinek cihan di navbera xelkê navçeyê û karmendên DEDAŞê de elozî derket.

Li parêzgehên Mêrdîn, Amed û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê ev çend sal in bi taybet di mehên havînê de ku beşeke zêde ya çandiniya xelkê wan navçeya avî ye û pêwîstî bi elektirîkê heye, DEDAŞ bi van hîncetan elektirîkê li ser welatiyan dibire.

Ew yek heta niha gelek caran bûye sedema xwepêşandan û nerazîbûnan.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir