Dayika Kurd a bi Tirkî nizanibû li balafirgehê hat ragirtin

.

Dayîka Kurd a bi navê S.Ç. ya 80 salî li Balafirgeha Stenbolê, ji ber ku bi Tirkî nizanibû 2 demjimêr û nîvan hat ragirtin.

Kurê dayika Kurd got, “Bila ev şerma Tirkiyê be.”

Li Balafirgeha Stenbolê, S.Ç. a ku ji parêzgeha Wanê bi balafirê çû Stenbolê ji ber ku bi Tirkî nizanibû û karmendekî ku bi Kurdî dizanibû li balafirxaneyê nebû 2 demjimêr û nîvan hat ragirtin.

Kurê dayika Kurd dîmenên xwe û diya xwe li balafirxaneyê belav kirin û nerazîbûna li hemberî dijayetiya Kurdî nîşan da.

Dayik jî di dema hêrsbûna kurê xwe de bi Kurdî dibêje, “Tişt nabe ez qurban.”

Welatiyê Kurd wiha got:

“Binêrin, min li Balafirgeha Stenbolê ya ku dibêjin sêyemîn mezintirîn balafirgeha cîhanê ye, bi kesekî neda fêmkirin û nikarî dayika xwe ya reben 2 demjimêr û nîvan derxista.

Çima? Ji ber ku zimanê wê nebû, xwendin û nivîsandina wê nebû. Li welatê min, karmendê balafirê ku ez baca wê didim ji min re nebû alîkar.

Dayika min 2 demjimêr û nîv e li vê derê dîl e, min nikaribû ew derxista. Zimanê Ereban heye, zimanê Azeriyan heye, zimanê Îngilîzan heye lê zimanê dayika min nîne.

Dayika min nikaribû xwe bida fêmkirin û min nikaribû 2 demjimêr û nîvan wê ji pişt vî derî derxînim. Bila ev jî şerma Tirkiyeyê be, dê sibe dengan ji me bixwazin û bêjin em bira ne.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist