Dayika Hevrîn Xelef: Kurdistan yek perçe ye û em yek şexs in

Dayika Hevrîn Xelef dibêje, divê Kurd destê xwe bidin hev û xwedî li Kurdistanê derkevin.

Navenda Nûçeyan- Sûad Mihemed, dayika Hevrîn Xelefê, li Brukselê beşdarî konferansa derbarê Rojavayê Kurdistanê bû, ji Rûdawê re axivî.

Sûad Mihemed derbarê konferansa li Parlamentoya Ewropayê li de ku tê de rewşa Roajavayê Kurdistanê û pirsa Kurdî hat gotobûjkirin, got ku konferanseke girîng bû lê dîyar kir ku gotin tenê têrî nake û tiştên tên gotin divê bên cîbicîkirin û dîyar kir, “Tiştên baş hatin gotin lê eger bên pêkanîn û tenê li vir nemînin.”

Herwiha Sûad Mihemed got, ew serbilind e ku dayika Hevrîn Xelefê ye û ragihand, “Madem em Kurd in û tenê Kurdistanek heye, wateya wê em hemû yek perçe ne û yek şexs in” û dîyar kir ku ji ber hindê, “Berî ku Ewropa destê xwe bide me û alîkarîya me bike, divê em destê xwe bidin destê hev, em hemû Kurd destê xwe bikin yek û li hember dagîrkirina li ser Kurdistanê em xwedî li Kurdistanê derkevin.”

Sîyasetmedara Kurd û Seroka Partîya Sûrîya Pêşerojê Hevrîn Xelef roja 12.10.2019an li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de di otomobîla xwe de rastî êrişeke grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve hatibû û canê xwe ji dest dabû.

Hevrîn Xelef, xelka herêma Dêrikê bû û endezyar bû. Di adara sala 2018an de, Partîya Sûrîyeya Pêşeroj hatibû damezirandin û Hevrîn Xelf weke Sekretera Giştî ya wê partîyê hatibû hilbijartin.

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin