Daxwaza Azadîya Demîrtaş hat pêşkêşkirin

Parêzerên Selahedîn Demîrtaş, daxwaz kirin ku rewşa tendirustî ya Demîrtaş li ber çav bê girtin û bê azadkirin.

Navenda Nûçeyan - Parêzerên Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, derbarê rewşa wî tendirustî de daxuyanîyek belav kirin.

Parêzerên Demîrtaş amaje bi wê dikin, Demîrtaş nexweşîya hîpertansîyon pê re heye û berî niha ji ber henasetengî û nexweşîyên dil, neştergerî bo hatîye kirin û hatîye gotin ku heta niha jî dermanan bikar tîne.

Di daxuyanîyê de hatîye dîyarkirin, ji ber van sedeman, Selahedîn Demrîtaş dikeve nav wê kategorîya ku jîyana wan di bin metirsîyê de ye û hatîye tekezkirin ku duh, 02.04.2020, ji bo azadkirina wî serlêdan hatîye kirin.

Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca, roja 1ê Nîsanê, di konferanseke rojnamevanîyê de, amarên derbarê vîrusa koronaya nû, COVID-19, belav kiribin û tekez kiribû ku ji sedî 63ê kesên ku bi wê vîrusê ketine û niha li jêr çavdêrîya hûr in û herwiha ji sedî 69ê kesên bi wê vîrusê canê xwe ji dest dane, nexweşên hîpertansîyonê ne.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, roja 4ê Mijdara 2016an hatibû girtin û ev 6 sal in li bajarê Edîrneyê zîndanîkirî ye

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe