Demirtaş: Dewran vedigere

Demirtaş: Dewran vedigere

Piştî ku lîstikvanên fîlman Kadir Înanir û Jülide Kural çûyîn nîşandana şanoya “Dewran”ê wezîrê karên navxweyî, Suleyman Soyluyî ew kiribûn armanca rexneyan. Demirtaşî bersiva Soyluyî daye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî ku lîstikvanên fîlman Kadir Înanir û Jülide Kural çûyîn nîşandana şanoya “Dewran”ê wezîrê karên navxweyî, Suleyman Soyluyî ew kiribûn armanca rexneyan. Demirtaşî bersiva Soyluyî daye.

Hevserokê Berê yê Partîya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demirtaşî li Girtîgeha Edirneyê romaneka bi zimanê tirkî ya bi navê Devran(Dewran) nivîsîbû.

Roman wek şanoya xwendinê hatibû amadekirin. Kadir Înanir û Julîde Kuralê hevkarîya amadekirina şanoyê kirine.

Peyamên Selahattîn Demirtaşî li ser hesabê wî yê Twitterê hatine belavkirin, Demirtaşî gotîye:

“Julide û Kadir û hemî jinên li wê derê sembolên rûmetê ne. Hin pêşkêşkarên televizyonan jî tê de ew kesên ku ji civata lînçkirinê ne, dê di dîrokê de bi navê bêbextîyê cihê xwe bigirin.”

“Dewam bikin, dewran vedigere...”

Bianet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin