Davutoglu: Ez hez dikim fêrî Kurdî bibim

.

Davutoglu got: Di serdema min de qeyûm nehatin tayînkirin. Di dema min de Kurdî ne qedexe bû.

Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu dibêje, partiya wî di heman demê de patiyeke Kurdî ye jî, ligel ku ew kesekî Tirk e, lê dê bergiriya mafê Kurdan bike.

Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu li bajarê Stenbolê di mitîngeka partiya xwe de axivî û got: Ez hez dikim fêrî Kurdî bibim.”

Her wiha Davutoglu got: “Di serdema min de qeyûm nehatin tayînkirin. Di dema min de Kurdî ne qedexe bû.”

Davutoglu destnîşan kir jî: “Partiya Gelecekê, partiya Kurdan e, partiya Elewîyan e, partiya Tirkan e.” Her wiha  got jî: “Ez Tirk im, ez ê mafên Kurdan biparêzim.”

Davutoglu di derheqê Pêvajoya Çareseriyê de jî dibêje, ew tekane siyasetmedar e ku wekî Serokwezîrek serdana Navenda Giştî ya HDPyê kiriye bêyî ku xwe kêm bibîne ji vê serdanê. Lê HDPê ji ber ku guhdariya wî nekiriye û piştgiriya banga şerê çekdariyê ya li PKKê kiriye, wî jî têkoşîna li dijî PKKyê careke din daye destpêkirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist