Davutoglu: Divê sîstema dewletê biguhere

.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu dibêje, “Komara Tirkiyê ne dewleteke eşîrî ye” û daxwaz dike ev sîstem biguhere.

 Serokê Partiya Pajerojê Ahmet Davutoglu îro Duşemê li Enqerê derbarê destjikarberdana Wezîrê Gencîne û Darayî Berat Albayrak kongreyeke rojnamevanî saz kir.

Ahmet Davutoglu dibêje, destjikarberdan mekanîzmayeke şerefmendane ye, lê bi yek alî tê wergirtin, mixatabê wê destpêkê berpirsên bilind û paşê jî raya giştî ye.

Davutoglu diyar dike, “Dewleta Komara Tirkiyê, ne dewleteke eşîrî ye. Ragihandina destjikarberdanê li ser torên civakî karîgeriyê li ser pêkhateya dewletê dike.”

Ahmet Davutoglu dibêje, “Eger wezîrek dest ji kar berde vê yekê peywendî bi tevahiya raya giştî heye, erkê medyaya azad e ku raya giştî di vê mijarê de agahdar bike.”

Serokê Partiya Paşerojê dibêje, “destjikarberdanek heye û nivîsek hatiye belavkirin, lê ew nivîs ne tê piştrastkirin û ne jî tê redkirin. Zêdetir ji 12 demjimêr di ser re derbas bûne, destjikarberdaneke wiha heye? Nîne. Di demokrasiyan de tiştek wiha nabe.”

Wezîrê Gencîne û Darayî Berat Albayrak ku zavayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan e, duh li ser hesabê xwe yê Instagramê nameya destjikarberdana xwe belav kir û têde ragihand, ji ber sedemên têkildarî tendirustiya xwe, ew dest ji erkê wezaretê ber dide.

Piştî îstîfaya Albayrak, gelek karvedan li navxweyê Tirkiyê çê bûne. Partiyên opozisyonê daxwaza zelalkirinê dikin û berpirsên AK Partiyê jî daxwaz dikin, daxwaza wî ya îstîfayê neyê qebûlkirin.

Heta niha Serokomariya Tirkiyê, bersiva daxwaza îstîfaya Albayrak nedaye.

 

Siyaset Haberleri

"Em ê bi awayekî çalak beşdarî hikûmeta nû bibin"
Kerîm Qemer: Şamê em ji bo civînên Parîsê agahdar nekirine
Ji bo Komîteya Amadekar ya pîrozbahîya 80ê salîya PDK-Iê
Şelal Gedo: Divê Pirsa Kurd ji pirsa HSDê cuda bê dîtin, gotara Tirkiyeyê jî guheriye
Di peymana hevkariya leşkerî ya Tirkiye û Sûriyeyê de çi heye?