Dara Reşîd: Mafê Herêma Kurdistanê ye daxwaza pişka xwe bike

Reşîd ragehand, me daxwaza piştîvanîyê ji serokkomar kirîye û hemû hewlên me bo wê yekê ne pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin û her ew rêkkevtina par di navbera herdu alîyan de kar pê bê kirin.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê planadanana Hikûmetata Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragehand: Di civîna me ya îro li gel serokkomarê Iraqê, me daxwaz ji wî kir piştîvanîya me bike wek serokkomarê Iraqê û parazvanê destûrê be, ku ev mafên Herêma Kurdistanê di destûrê de hatine nivîsandin û divê bên parastin. Serokkomarî jî soz da ku piştîvanîya tevaya daxwazîyên me bike.

Herwaha got, piştre li gel serokwezîrê demkî yê naha yê Iraqê Adil Ebdulmehdî em civîyan û me daxwaz kir, ew rêkkeftina me ya herdu alîyan di dawîya 2019ê de îmza kiribû berdewam be û em pêbendin bi wê rêkkeftinê ve. Me nerazîbûna xwe nîşanda beranber nivîsekî ku pirsgirêka yasayî durist kirîye. wî jî biryar da civîn li gel wezîrê darayî bihête kirin û me jî ew civîn encam da.

Wezîrê plandananê ragehand, krîza darayîyê û zîyanên aborî yên krîza vîrusa  Koronayê hemû cîhan girtîye û Herêma Kurdistanê jî, ji derveya wê yekê nîne, Bexda jî bi wê sedemê rastî pirsgirêkên darayî hatîye, lê Bexda welateke xwedî serwerîye û yedega nextîneyê heye û dikare pereyan çap bike û qeran bike. Lê herêma Kurdistanê nîne. Lewra bi hatina pişka Herêmê ji Bexda ve dikare ji pirsgirêkên darayî rizgar bibe.

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be