Danûstandinên Trump û ‘Talîban’ê baş in

Donald Trump ragihand ku danûstandinên Washingtonê li gel Talîbanê ‎baş in, lê hê gotûbêj negihiştine wê astê ku rêkeftina aştiyê were îmzekirin.‎

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku danûstandinên Washingtonê ligel tevgera çekdarî ya Talîbanê ‎baş in, lê hê gotûbêj negihiştine wê astê ku rêkeftina aştiyê were îmzekirin.‎

 

Gotûbêjên navbera îdareya Trump û Tevgera Talîbanê berdewam in û Donald Trump jî tekez li ‎ser girîngiya berdewambûna danûstandinên navbera herdu aliyan kir û got: “Heta niha gotûbêj ‎di qonaxa danûstandinên siyasî de ne û em negihiştine îmzekirina rêkeftina aştiyê li gel ‎Talîbanê.”‎

 

Li beramber, Talîbanî jî ragihand ku hindik maye ligel Amerîkayê digihin rêkeftinekê û ew ji ‎vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efxanîstanê pêk tê li beramber garantiya Talîbanê ku axa ‎Efxanîstanê nebe cihek bo xweveşartina kesên Washington wan wek terorîst binav dike.‎

 

Berê jî Trump ragihandibû ku hêzên Amerîkayê ji 14 hezar serbaz û karmend ve bo nêzîka 8 ‎hezar û 600 serbaz kêm dikin û ew hêz jî bi gotina Trump, piştî rêkeftina ligel Talîbanê li ‎Afganîstanê dimînin.‎

 

Amerîka Haberleri

Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin
Îraq, Qeter, Kuweyt û Behreynê qadên xwe yên asmanî girtin
Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene