Danûstandinên me bi Amerîka re erênî bû

Hikûmeta Tirkiyeyê aşkere dike, kombûnên wan ên bi şandeya Amerîkayê re ya ji bo herêma ewle erenî derbas bûye.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di derbarê naveroka hevdîtinên berpirsên leşkerî yên Amerîka û Tikriyê ya ji bo avakirina herêma ewle ya li bakurê Sûriyê de agahî dan.

Akar dibêje, hevdîtin erenî û baş derbas bûne. Divê kûrahiya herêma ewle heta 40 kîkometre be û YPG di wê herêmê de cih negre.Herwiha divê çekên giran ji herêma ewle were derxistin.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir, şandeya Amerîkayê nêzikî van şert û daxwazên wan bûye û ew hêvî dikin ku Amerîka piştgiriya xwe ya ji YPGê re bidawî bike.

Akar herwiha tekez kir, Ji bo operasyona rojhilatê Firatê hemû pilan û amedekariyên wan temam bûne.

Di du rojên bûrî şandeke leşkerî ya Amerîkî ji bo guftûgokirina egera avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê civiyabû.

Gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê berdewam in û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan beriya niha 3 rojan gotibû ewê dijî rojhilatê Firatê operasyon bikin û Amerîka û Rûsya jî bi vê yekê agahdar kirine.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir