Damêzrênerê PAKê bi ala rengîn hat oxirkirin!

Welatperwerê Kurd, yek ji damêzrênerên PAKê Recep Yapici roja 29.03.2017an li Dêrika Çîyayê Mazî ya Bajarê Mêrdînê hate binaxkirin.

Welatperwerê Kurd, yek ji damêzrênerên PAKê Recep Yapici roja 29.03.2017an li Dêrika Çîyayê Mazî ya Bajarê Mêrdînê hate binaxkirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , gelek rêveber, endam û dostên PAKê, welatperwerên ji partîyên Kurdistanî û malbat û heskirîyên rehmetî li gel girseya ji gelê Dêrikê beşdarî merasîma cenazeyê ya Recep Yapici bûn.

Piştî xwendina telqîna dînî, fatîha hate xwendin û Ala Kurdistanê li ser mezelê Recep Yapici hate danîn û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axaftinek kir.

Mustafa Özçelik di derbarê welatperwerî û keda Recep Yapici ya di doza azadîya Kurdistanê de axaft û got :"Gelê Kurdistanê dê şehîd û kedkar û xebatkarên doza azadîya Kurdistanê tu carî ji bîr neke."

Mustafa Özçelik û rêveber û endamên PAKê piştî merasimê demekê li tezîyeyê jî rûniştin. Tezîyeya Recep Yapıcı bi beşdarîya endamên PAKê yên Dêrikê û malbata rehmetî û gelê Dêrikê li Dêrikê berdewam e.

Welatperwerê Kurd Recep Yapici roja 27.03.2017an jiber celtaya dilî çû ber dilovanîya xwedê.

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin