DAIŞê muxtarê gundekî û çekdarekî Heşda Şeibî kuştin

Li devera Mendelî ya bajarê Xaneqînê, çekdarên DAIŞê muxtarê gundekî û çekdarekî Heşda Şeibî kuştin.

Navenda Nûçeyan- Şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî gundê Deke li nêzîkî bajarokê Mendelî yê Başûrê Kurdistanê kirin.

Berdevkê polîsê Dîyale, Nîhad Mihemed li ser wê êrişê ji BasNewsê re got, çekdarên DAIŞê muxtarê gund Îbrahîm Mûsa girtin û gulebaran kirin û kuştin.

Ji alîyekî din, efserekî polîsê nexweşxaneya bajarê Xaneqînê bi navê Telet Refhet ji BasNewsê re got, şeva borî çekdarên DAIŞ êrişî hêzên Heşda Şeibî yên li gundê Deke kirin. Di wê êrişê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin.

Şeva borî terorîstên DAIŞê li heman gundî êrişê hêzê Pêşmerge jî kiribû û sê pêşmerge şehîd kiribûn.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist