DAIŞê êrîşî başûrê Mûsilê kir

Fermandarîya Operasyonên Nînowa ya Haşdî Şabî bi daxuyanîyekê ragihand çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê duhê êvarê 02-12-2019an êrîşî bajarokê Hezerê yê Mûsilê kirîye.

Navenda Nûçeyan- Îro roja sêşemê 03-12-2019an di daxuyanîyekê da Heşdî Şabî amaje bi wê yekê jî kirîye hêzên wan duhê êvarê rûberûyî çekdarên DAIŞê bûne û şer heta serê sibehê saet 03:00an jî berdewam kirîye.

Herwiha roha duşemê jî DAIŞê li Beleda Bexdayê, li parêzgehên Enbar û Dîyala jî êrîşî Heşda Şabî kiribû.

Ew êrîşên DAIŞê di demekê da ne ku Serokwezîrê Iraqê yê bere Heyder Îbadî di Kanûna 2017an da aşkere kiribû ku wan dawî bi DAIŞê anî ye û DAIŞ bi dawî bûye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist