DAIŞ li Iraqê hîn jî xetereke jîndar e

.

Di encama teqîna bombeyekê li bakurê parêzgeha Babilê, fermandarekî bilind a Heşda Şeibî hat kuştin.

Li gor daxuyaniyeke Desteya Serokatiya Heşda Şeibî, di encama teqîna bombeyekê li navçeya Iwêsat ya li bakurê Babilê de, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Cezîra ya Heşda Şeibî Hesen Kerîm hat kuştin û 2 pasewanên wê jî birîndar bûn.

DAIŞ rojane li navçeyên cuda yên Iraqê kiryarên teroristî pêk tîne. Duhî di 2 êrîşên cuda yên DAIŞê li Kerkûk û Neynewayê de, 16 endamên Polîsa Federalî û leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin.

Di wê derbarê de jî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî serperiştiya civîneke neasayî ya Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir û bûyerên ewlehiyê yên vê dawiyê guftûgo kirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin