Daghan: Bibawer im di Rapora Kurd a CHP de, pejirandina zimanê Kurdî bi fermî hebe

Serokê şaxa Dîyarbekrê yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Şêxmûs Daghan ji K24 re dîyar kir, ku danîna qeyyuman ser şaredarîyan binpêkirina îradeya gel e, herweha ne-wicdanî û ne - dadwerî ye.

Navenda Nûçeyan- Serokê şaxa Dîyarbekrê yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Şêxmûs Daghan ji K24 re dîyar kir, ku danîna qeyyuman ser şaredarîyan binpêkirina îradeya gel e, herweha ne-wicdanî  û ne - dadwerî ye.

Li gor Daghan, AK Partî Rewşa Awarte bikar anî û li hemberê Destûrê jî, biryarnameyên di hukmê yasayê de derxistin.  Bi sedhezaran xelk deng dane, şaredar hilbijartine, lê Qeyyuman dideynin. CHP jî, li dijî danîna Qeyyuman e.

Serokê şaxa Dîyarbekrê yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) destnîşankir, ku bawer nake Qeyyum liser bajarên mezin ên Tirkîye werin danîn.

Derbarê rapora Kurd a CHP got, ku “CHP di meha Nîsan a sala pêşya me de diçe Kongreyê û bi bawer e CHP di parastina demokrasîyê û nirxên demokrasîyê de pêştir biçe. Bi taybet jî, Nûnerên herêmê (heremên Kurd) xwazyar in di demokrasîyê de seknek wêrek were nîşandan. Bi bawer e, ku di meha Nîsanê de gelek tiştên erênî bi CHP re rû bidin. Di derheqê Rapora Kurd de agahdarîyên Nûneratîyên Herêmê hene. Dinav Raporê de bibawer e, dê pejirandina Kurdî wekî zimanê fermî hebe”.

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist