Dadgehekê 13 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Çetîn Kûrşûnî biriye

.

Ji nû ve dadgehkirina rojnameger Çetîn Kûrşûnî li Dadgeha 2yem a Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hatiye.

Heyeta dadgehê bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” 13 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Çetîn Kûrşûnî biriye û biryara zeftkirina wî daye.

Çetîn Kûrşûn, Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, bi îdiaya ku malpera bi navê Ciwannews damezrandiye doz lê hatibû vekirin. Dadgehê bi tohmeta ku “li ser hev propagandaya rêxistinê kiriye” 3 sal cezayê girtîgehê li Kûrşûnî biribû. Dadgeha Îstînafê, ev biryara ku dadgeha herêmî dabû, nepejirandiye û xwestibû ku Kûrşûn, bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” bê dadgehkirin.

Piştî vê biryarê, Kûrşûn li Dadgeha 2yem a Cezayê Giran a Mêrdînê careke din hatibû dadgehkirin.

Îro danişîna 3yem a vê dadgehkirinê pêk hatiye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Kûrşûn û parêzerê wî tevlî danişînê nebûne.

Di danişînê de heyetê belgeyên ku nû hatine û xistine nava dosyayê xwendine. Paşê dozgerî nêrîna xwe ya dawî diyar kiriye û xwestiye ku Kûrşûn ji ber “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin.

Heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” 8 sal û 3 meh û bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” jî 5 sal, li ser hev 13 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Kûrşûnî biriye.

Heyetê her weha biryar daye ku Kûrşûn bê zeftkirin û girtin.

Expression Interrupted: 67 rojnameger girtî ne

Li gorî rapora Expression Interruptedê, di meha Nîsan, Gulan û Hezîranê de neh rojnameger bi 17 sal û 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê hatine cezakirin. Piştî ku 16 rojnameger û medyakar li Amedê hatin girtin, hejmara rojnamegerên girtî ya li Tirkiyeyê gihîştiye 67an.

Di raporê de hatiye gotin ku di meha Nîsan, Gulan û Hezîranê de heşt jê welatiyên biyanî, 168 rojnameger di 116 dozên cida de hatine dadgihkirin. Li neh rojnamegeran 17 sal û 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Her weha 210 hezar TL cezayê tezmînatê û 57 hezar û 980 lîre cezayê edlî dane rojnamegeran.

Di heman demê de 16 rojnamegeran beraet kiriye û doza tazmînatê ya li rojnamegerekî/ê hatiye vekirin, qebûl nebûye. Doza li rojnamegerekî/ê hatiye vekirin ji ber demboriyê betal bûye. 

Kurdistan Haberleri

Muhsin Mendelawî daxwaza dadperweriyê ji bo Kurdên Feylî dike
Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine