Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir

.

 Dadgeha Cezayên Giran a Eneqereyê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir.

Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî tê de hejmareke zêde ya siyasetmedarên Kurd di Doza Kobaniyê de hatibûn cezakirin.

Di hinceta biryarê de tê gotin ku siyasetmedarên ceza standine ne ji ber tundûtûjiya di “Bûyerên Kobaniyê”de, ji ber “teşwîqa ji bo tawanê” hatine cezakirin.

Hinceta biryarê ya derbarê hukmê ku di Doza Kobaniyê de ji bo Hevserokên berê yên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û endam û birêvebirên Desteya Birêvebiriya Navendî (MYK) jî di nav de bi giştî 36 kesan hatibû dayîn, piştî 13 mehan hat eşkerekirin.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê ku doz bi rê ve dibir 16ê Gulana 2024an hukmê xwe eşkere kiribû.
Li gorî biryarê, 12 bertawanên dozê beraet kiribûn, Selahattîn Demîrtaş bi giştî 42 sal û Fîgen Yuksekdagê jî 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê standibûn.

Bertawanên din ên doze jî bi cezayên cuda hatibûn cezakirin.

Dosyayên 72 bertawanan firar (reviyayî) jî hatibûn cudakirin.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê, hinceta biryara xwe ya cezayê ku ji 32 hezar û 630 rûpelan pêk tê îro eşkere kir.

Di biryarê de hat ragihandin ku bertawanên ji Doza Kobaniyê hatine cezakirin, ji tundûtûjiya ku di bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn de qewimîn, wekî berpirsyar nehatine dîtin.

Di biryarê de hat diyarkirin ku dema dosya bi giştî tê nirxandin, bertawanên ku beşdarî civîna Desteya Birêvebiriya Navendî (MYK) ya 6ê Çiriya Pêşîn a 2014an bûne li gorî biryara di wê civînê de hatiye standin, ji bo xizmeta armancên “rêxistina terorê” û ji bo amadekirina zemîna “têkdana yekîtî û yekparçeyiya dewletê”, gel ji bo xwepêşandan û meşên neyasayî teşwîq kiriye.

Hat gotin ku ev kiryarên bertawanan dibin sedema tawana “teşwîqa ji bo tawanbariyê” ku di xala 214/1 a Yasaya Cezayan Tirk de hatiye diyarkirin û di asta “alîkariya ji bo tawana têkdana yekîtî û yekparçeyiya dewletê” ya di xala 302/1 de dimîne.

Ji ber vê yekê, hat ragihandin ku biryara mehkûmkirina bertawanan di çarçoveya wan tawanan de hatiye dayîn.

Siyaset Haberleri

Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in
Nakokiyên Hewlêr û Bexdayê û berjewendiyên Amerîkayê
Tayyip Erdogan: Kurd di parlementoyê de xwedî potansiyeleke mezin in