Dadgehê derbarê gora Şêx Seîd de ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê belge xwestin

.

 Pêncemîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, daxwaza belge û zanyariyên derbarê cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî de kir. Dadgehê ji Wezareta Navxwe daxwaz kir ku di nav 30 rojan de belgeyan bişîne.

Baroya Amedê, Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd û warisê Şêx Seîd, Kasim Firat ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên sala 1925an li Amedê hatibûn darvekirin, di 15ê Sibata 2022 de serî li Wezareta Navxwe dabûn.

Lê wezaretê bersiva serlêdanê nedabû. Piştre wan aliyan 15ê Nîsanê serî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê dabûn. 

Li gor Ajansa Mezopotamyayê, 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê serlêdan qebûl kir û têkildarî serlêdanê ji Wezareta Navxwe daxwaz kir “kopyayên erêkirî yên hemû belge û zanyariyên derbarê cihê gora Şêx Seîd” de bo dadgehê bên şandin.

Parêzerê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr derbarê mijarê de dibêje: “Dadgehê bo şandina kopyayên hemû belgeyan 30 roj mohlet da wezaretê. Piştî belge û zanyarî bikevin nav dosyeyê dê dadgeh, biryareke êrênî an nerênî bide.”

Ozdemîr got: “Li gor bersiva Wezaretê, dê dadgeh jî yan daxwazên me qebûl bike yan red bike. Li dijî biryarê dê rêya îtirazê Dadgeha Îdarî ya Herêmî û Dadgeha Bilind Daniştay be. Piştî rêyên hiqûqa navxwe xitimîn û encam derneket em dê mijarê bighînin asta Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê.”

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in