Dadgehê cezayê muebetê li rojnameger Rojhat Dogrûyî biriye

.

Dadgehê cezayê muebetê û 12 sal û mehek li rojnameger Rojhat Dogrûyî biriye û biryara girtina wî daye.

Dadgehê cezayê muebetê û 12 sal û mehek li rojnameger Rojhat Dogrûyî biriye û biryara girtina wî daye. 

Rojnameger Rojhat Dogrû bi îdiaya ku xwestiye “yekitî û hevgirtina dewletê xera bike”, “hewl daye bi qestî bikuje”, “endamê rêxistinêye” û “propagandaye rêxistinê kiriye” li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dad dibû.

Danişîna biryarê ya dozê hatiye lidarxistin û biryar derketiye. Her weha Dogrûyî beşdarî danişînê nebûye û parêzerê wî Resûl Tamûr li salona danişînê amade bûye. 

Dozgerî nêrina xwe ya berê dubare kiriye û xewst ji hemû “sûcdariyan” ceza li Dogrû were birîn. 

Parêzer Resûl Tamûr parastina miwekîlê xwe kiriye û îddia ango sûcdariyên li ser muwekîlên xwe qebûl nekiriye û xwestiye miwekîlkê wî were beraetkirin. 

Dadger daxwazên parêzer qebûl nekiriye û cezayê muebetê û 12 sal û mehek cezayê girtîgehê li Dogrûyî biriye.

Her wiha dadgehê bi vê biryarê cezakirînê re biryara girtina Dogruyî jî derxistiye

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin