Dadgehê biryar da: 'Bijî Kurdistan' ne qedexe ye

.

Dadgeha Amedê derbarê doza kesên ku ji ber bilindkirina Alaya Kurdistanê û dirûşma Bijî Kurdistanê dihatin darizandin, biryara neşopandinê da.

25ê Îlona 2022yan di lîstika Amedspor-Bursasporê de ku li Amedê hat lîstin, ji ber ku li stadyûmê Alaya Kurdistanê bilind kiriye, tişortên ku wêneyên Qazî Mihemed û Jîna Emîniyê li ser wan in li xwe kirine û dirûşma "Bijî Kurdistan"ê bilind kiriye, derbarê 7 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û kêm 5 kes hatibûn desteserkirin.

Piştre ew kesên desteserkirî bi mercên kontrola edlî serbest hatibûn berdan lê lêpirsîna derheqê wan de berdewam kir.

Herwiha derketina wan kesan a derveyî Tirkiyeyê jî hatibû qedexekirin.

Piştî sal û nîvekê Dadgeha Amedê derbarê dozê de biryar da.

Dadgehê di biryara xwe de amaje bi wê yekê da ku li gorî qanûneke 2013an “ji ber ku pêwendiyên van kesan bi rêxistineke terorê tune, çalakiyên terorê nehatine teşwîqkirin, ji bo tundiyê han nehatiye dayîn û tenê Alaya Herêma Federal a Rêveberiya Kurdistanê hatiye bilindkirin, dirûşma Bijî Kurdistanê hatiye bilinkirin nabe ku ew kes bêne cezakirin.

Ji bo cezakirina van kesan divê kiryareke ku tundiyê teşwîq bike û berê xelkê bide tundiyê û propagandaya rêxistineke terorîst bê kirin, ev tişt nehatine tespîtkirin.

Tenê ala hatine bilindkirin û dirûşm hatine bilindkirin. Ev yek têra cezakirinê nake.”

Ji ber vê yekê derbarê van kesan de biryara neşopandina lêpirsînê hat dayîn.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest