Dadgeha Silêmaniyê: Lahûr Şêx Cengî bi du madeyên yasayî tê darizandin

.

 Berdevkê Dadgeha Silêmaniyê ragihand, ji bo Lahur Şêx Cengî û tometbarên din, du dosyeyên lêkolînê dê bên vekirin. Hesen da zanîn, eger wan xwe bêyî berxwedan radest bikira, dê tenê li gorî madeya 56 ya Yasaya Cezayê ya Iraqê bihatina darizandin.

Selah Hesen îro 22ê Tebaxê ji K24 re ragohand, ji ber ku di dema operasyona girtinê de şer û pevçûn derketin û di encamê de 3 endamên hêzên ewlehiyê şehîd bûn û 19 kesên din jî birîndar bûn, rewş guherî ye.

Hêzên ser bi Lahur Şêx Cengî ve di dema erkekî fermî de hêzên polîs û asayîşê kirin armanc. Ji ber vê yekê, li gorî berdevkê dadgehê, doseyeke din li gorî madeya 406, ku bi kuştina bi qestî ve girêdayî ye, ji bo tometbaran dê bê vekirin.

Selah Hesen herwiha tekez kir, mafê hemû tometbaran li ber dadgehê parastî ye û ew dikarin parêzeran ji xwe re bigirin û îtirazê li biryarê bikin.

Ev di demekê de ye ku şeva borî di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hêzên Lahur Şêx Cengî de şer û pevçûn derket. Piştî çend saetan ji rûbirûbûnê, Lahur Şêx Cengî û birayê wî Polad hatin girtin.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand