Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê di berjewendîya ciwanekî Kurd de biryar da

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar li ser gilînameya ciwanekî Amedê derbarê xwepêşandan bo daxwzîya perwerdeya bi zimanê dayîkê da û ragihand daxwazkirina xwendina bi zimanê dayîkê ne tawan e.

Navenda Nûçeyan - Hakim Aydin ku sala 2008ê li Zanînegeha Dicleyê ya Amedê xwendevan bû di xwepêşandanekê de daxwaza xwendina bi zimanê dayîkê kir, lê hat girtin û bi tohmeta propagandekirina bo terorê 10 mehan zîndanîkirinê jê re hate dayîn. 

Hakim Aydin sala 2009ê li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê doz li dijî Tirkîyê vekir, piştî 11 salan di roja 26 Gulanê de biryar da û ragihand Hikûmeta Tirkîyê neheqî kirîye, xwepêşandan bo daxwazkirina xwendina bi zimanê dayîkê ne tawan e, û divê Tirkîyê 7 hezar euroyan bide Hakan Aydin.

Dadgehê herwiha dîyar kir ku Tirkîyê madeya 11ê û xala yekem ji madeya 5 ya rêkeftinnameya Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kirîye.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist