Dadgeha Federal a Îraqê giliyê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir

.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê doza ji bo hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye vekirin, red kir.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê îro ji bo gotubêjkirina  çend giliyan civiya.

Du ji wan giliyan girêdayî bi Herêma Kurdistanê bûn.

Her du gilî mijarên runiştina yekem a Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê bûn.

Doza yekem ji aliyê Serokê Fraksiyona Nifşê Nû Serwe Ebdulwahîd ve li dijî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatibû vekirin.

Serwe Ebdulwahîd ji dadgehê xwestibû ku eger di heyama 3 mehên bê de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanêê neyin kirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û biryarên wê bên betalkirin.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê da zanîn ku wan ew doz red kiriye ji ber ku ew ne di çarçoveya desthilata dadgehê de ye.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Îlona 2024an bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bê lidarxistin.

Dosya duyem jî ji aliyê Parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Biryar Reşîd ve li dijî  seroka berê ya Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq  û Yasaya Encûmena Şûraya Herêma Kurdistanê hatibû vekirin.

Biryar Reşîd ji dadgehê xwestibû ku yasaya sala 2022yan hatiye amadekirin serast bike û bi neyasayî bide zanîn.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev dosya bi paş xist û biryar da 16ê Îlonê li ser biryar were dayîn.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Reqayê rê li ber parastina mirovahiyê vekir
Şam dê li Serê Kaniyê û Girê Spî hilbijartinan bike
Li Tiflîsê Konferansa Karsazên Gurcistan-Kurdistanê tê lidarxistin
Mezlûm Ebdî eşkere kir: HSD dê çawa tevlî artêşê bibe?
31 rêxistinan binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê şermezar kirin