Dadgeha Destûrê: Jin piştî zewacê dikarin tenê paşnavê xwe yê berê bikar bînin

.

Dadgeha Destûrê biryar daye ku piştî biryar di Rojnameya Fermî de biweşe bi heşt mehan wê bikeve meriyetê.

Dadgeha Destûra Bingehîn, xala Qanûna Sivîl a Tirkan a ku destûrê nade piştî zewacê jî paşnavê xwe yê berê bikar bînin, betal kiriye.

Biryar di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Dadgeha Malbattan a 8an a Stenbolê serî la Dadgeha Destûrê daye û daxwaz kiriye ku biryara navborî betal bibe. Dadgehê di daxwaznameya xwe de gotiye ku bila xala dibêje, “Jin bi zewacê re paşnavê hevjînê xwe bikar tîne; lê bi nivîskî serî li karmendê zewicandinê an jî paşê serî li rêvebiriya serjimarê bide, dikare beriya paşnavê hevjîne xwe paşnavê xwe yê berê bikar bîne. Jina ku berê du paşnav bikar dianî, vî mafî tene dikare ji bo paşnavekî bikar bîne.”

Piştî bi 8 mehan wê bikeve meriyetê

Dadgeha 8an di sedema daxwaza xwe de jî gotye, “Mêr dikare heta bimirin paşnavê xwe yê bi jidayikbûnê bidest xistne bikar bînin, lê heman maf ji bo jinan nehatiye diyarkirin û ev jî ne li gorî rêgeza wekheviyê ye.”

Dadgeha Destûra Bingehîn bi pirdengî biryad daye û li gorî daxwaza Dadgeha 8an tevgeriyaye.

Dadgeha Destûrê her weha biryar daye ku piştî biryar di Rojnameya Fermî de biweşe bi heşt mehan wê bikeve meriyetê. Li gorî vê rewşê, wê biryar di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2024an de bikeve meriyetê. 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist