Dadgeha Bilind doznameya girtina HDPê tevî hincetnameya wê paşve vegerand

.


Dadgeha Bilind a Destûra Tirkiyê (AYM) ku biryara vegerandina doza girtina HDPê li serdozgeriyê dabû, dozname girtinê tevî hincetnameya wê li serdozgeriya darazê paşve vegerand.

31ê Adarê AYMê bi yekdengî biryar li ser doznameya girtina HDPê dabû ku paşve li Serdozgeriya Komarê ya Darazê ku doz vekiribû, bê vegerandin.

Di biryara vegerandina doznameya HDPê de, AYMê diyar kiriye ku wekî sedem ji bo girtina partiyê ‘navendbûna çalakiyên dijî dewlet û yekbûna milet’ hatine nîşandan jî ti pêwendiyek di doznameyê de bi wan çalakiyên behsa wan tê kirin ve nehatiye girêdan.

AYMê da zanîn ku divê li gorî qanûna 174an a cezayê dozname paşve bê vegerandin.

Li gorî vê biryara AYMê piştî temamkirina kêmasiyên doznameyê serdozgerî dikare car din doznameyê ji AYM re bişîne.

Siyaset Haberleri

Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan