Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê bo ‘axaftina Newrozê’ ya Demirtaş pesend kir

.

 Dadgeha Bilind a Daraza Tirkiyê, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê ji ber axaftina Newroza 2013an li Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş hatibû birîn, pesend kir.

26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, bi hinceta axaftina Demîrtaş a di pîrozbahiya Newroza 2013an a 17ê Adara 2013an li Stenbolê hatibû lidarxistin de, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê dabû Demirtaş.

Parêzeran beriya niha ji bo xirakirina wê biryara cezayê serî li Dadgeha Bilind dabûn ku Dadgeha Bilind jî roja 26ê Nîsanê dema Doza Kobanê dihat dîtin biryara cezayê bo Demirtaş hatibû sepandin, pesend kir.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Mafê Hiqûq û Mirovan a HDPê Umît Dede, derbarê biryara Dadgeha Bilind de bi daxuyaniyeke nivîskî got: “Ev ceza bêhiqûqî ye. Dadgeha Bilind, tam jî di roja Doza Kumpasê ya Kobanê dihat dîtin de, ev biryar daye. Ev biryar parçeyek ji êrîşên tesfiyekirina partiya me û hilbijêrên me ye. Lê li dijî vê xirabiya birêxistinkirî em ê qezenc bikin.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist