CPT amara mehekê ya leşkerkêşiya Tirkiyê li ser Herêmê belav kir

.

Leşkerkêşaya artêşa Tirkiyê ji bo dorpêçkirina çiyayê Metîna û kontrolkirina çiyayê Gareyê yên devera Behdînanê berdewame, Tîma Kurdistana Iraqê ya (CPT)ê jî, rapora amarên mehekê yên êrîşnan belav kir

Li gorî rapora Tîma Kurdistana Iraqê ya (CPT)ê operasona Artêşa Tirkiyê li devera Behdînanê ku ji 15 hezîranê ve dest pêkiriye berdewame û heta niha ziyaneke berbiçav li wê devera Herêma Kurdistanê ketiye.

NEH GUND HATINE VALAKIRIN Û 184 MALBAT KOÇBER BÛNE

Di raporê de tê gotin, ji 15 hezîranê heta 15 tîrmehê, ji ber berfirehbûna êrîşan, 9 gund bi temamî hatine valakirin û di encamê de 184 malbat koçber bûne, her wiha ji ber topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyê, 68 hezar donim erdên çandiyê û daristan şewitîne.

Li gorî raporê, di nava mehekê de, kilîseye, kargehek, otomobîlek û du çavkaniyên avê, 19 mal û avahiyên welatiyên sivîl di encama bombebaran û topbaran de, bi temanî kavil bûne û ji nav çûne, welatiyekî sivîl jî birîndar bûye.

Hevdem di êrîşan de hêla elektrîkê ya gundên Berê Garê û Mîska ziyan dîtiye û ji kar ketiye.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin