CPJ: Di Sala 2022'an de 67 Rojnamevan Hatine Kuştin

.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro ragihand ku di sala 2022'an de herî kêm 67 xebatkarên medyaya nûçevanî li seranser cîhanê hatine kuştin.

CPJ, ku navenda wê li New Yorkê ye, bal kişand ku ew hejmara rojnamevanîn kuştî, ji sala 2018'an vir ve hejmara herî bilind e.

CPJ diza zanîn ku kuştina rojnamevanan li gor sala pêştir % 52 pirtir bûye û taybetî jî li Ukrayna, Meksîko û Haîtî mercên karkirinê gelek dijwartir bûne.

“Ji hemî 67 kuştinan 35 li wan sê dewletan: Ukrayna, Meksîko û Haîtî qewimîn. Li Meksîko 13 nûçekar û li Ukrayna ku bûye qada şer, 15 xebatkarên nûçevanîyê hatine kuştin,” CPJ got.

Rêxistina berevanîya rojnamevanîyê dîyar kir ku 67 rojnamevanên kuştî, 41 rasterast girêdayî karê xwe hatine kuştin û vekolîna wê ya ser 26 kuştinên mayîn jî didome.

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin