Navenda Nûçeyan - Li seranserê cîhanê hejmara pêketîyên koronavirusê ango Covid-19ê ji 5 milyon u 600 hezarî derbas bûye. 348 hezar û 330 kes jî mirine.
Li Tirkîyeyê jî heta niha test ji bo milyon û 853 hezar û 754 kesan hatîye kirin. 154 hezar û 814 kes nexweş ketine û 4 hezar û 369 kes jî mirine.
WHOyê bikaranîna dermanê bi navê “hidroksiklorokin” daye sekinandin
Rêxistina Tenduristiê ya Cîhanî (WHO), biryar daye ku dermana bi navê “hidroksiklorokin” neyê bikaranîn. Ev derman didan nexweşên bi şewba Covid-19ê ketine.
Li Yewnanistanê cafe û xwaringeh careke din hatine vekirin. Geştên keştîyan ên di navbera Yewnanistanê û giravan de dîsa destpêkirine.
Li Çekyayê xwaringeh, cafe û hotel careke din hatine vekirin. Destûra wan bernameyan heye ku heta 300 mirov dikarin beşdar bibin.
Li Polonya, Çekya û Xirvatyayê beşek ji dibistanan hatin vekirin. Her weha sînorê di navbera Macaristan û Sirbistanê de careke din vebûye.
Lîga Ewropayê ya THYyê û Kûpaya Ewropayê ya ULEBê yên basketbolê hatine betalkirin.
Ji ber ku hejmara tûşbûyan di çend rojên dawîyê de zêde bûne li Malezyayê pîrozbahîyên cejnê hatine qedexekirin.
Abe Şînzo, Serokwezîrê Japonyayê aşkere kirîye ku rewşa awarte li Tokyayê û eyaleta Hokkaidoyê hatîye bidawîkirin.
Li Kirgizistanê sûkên servekirî yên xurekan hatine vekirin. Wesayitên veguhastinê yên civakî dest bi kar kirine.
DYA
Li DYAyê hejmara mirîyan gihîştîye 100 hezarî. Beşek ji qatê Borsaya Wall Street Brokerê yê Borsaya New Yorkê wê were vekirin ku berîya niha ji ber belavbûna şewba koronavirusê hatibû girtin.
Ingilîstan
Li Ingilîstanê heta niha 36 hezar û 914 kes mirine. 261 hezar û 184 kes jî bi nexweşîyê ketine.
Lîja jinan a futbolê ji ber koronavirusê hatîye bidawîkirin.
Îtalya
Li Îtalyayê heta niha 32 hezar û 877 kes mirine. Hejmara pêketîyan jî gihîştîye 230 hezar û 158 kesan. 141 hezar û 981 kes piştî dermankirinê baş bûne.
Hikûmeta Îtalyayê ji bo di dema pêla duyem de welatî li gorî qaîdeyên mesajeya civakî tevbigerin ‘hêzeke milîsan’ ava kirîye. Ev hêz wê ji 60 hezar kesan pêk were.
Li Brezilyayê 22 hezar û 965 kes mirine. 367 hezar û 906 kes nexweş ketine. 149 hezar û 911 kes baş bûne.
Ispanya
Wezareta Tenduristîyê hejmara mirîyan sererast kirîye ku 2 hezar li gorî hejmara berê kêmtir e. Li gorî vê rewşê heta niha li Ispanyayê 26 hezar û 834 kes mirine.
Biryar hatîye dayîn ku karantînekirina ji bo bîyanîyan di 1ê Tîrmehê de bidawî bibe.
Li Fransayê heta niha 28 hezar û 432 kes mirine. 219 hezar û 437 kes nexweş ketine. 65 hezar û 199 kes baş bûne.
Rûsya
Li Rûsyayê heta niha 353 hezar û 427 kes nexweş ketine. 3 hezar û 633 kes mirine. Li Rûsyayê heta niha 118 hezar û 798 kes baş bûne.
Dmitrîy Peskov, Berdevkê Kremlînê ji nexweşxaneyê derketîye ku ji ber Covid-19ê dihate dermankirin.
Şerîaya Rojava
Li Şerîaya Rojava mizgeft piştî sê mehan careke din hatin vekirin.
Filistînîyên li bajarê El Xelîle ji bo nimêja sibê çûne Mizgefta Herem-î Îbrahîm û liv ir nimêj kirine. Hêzên ewlehîyê yên Îsraîlê hiştine ku beşek ji filistinîyan biçin nava mizgeftê
Bianet