Çomana Başûrê Kurdistanê bi tevahî hat kerentînekirin

Derbarê rewşa tûşbûyan de, Qaymeqamê Çomanê, ragihand, rewşa wan kesan baş e lê zêdebûna hejmaran pêketîyan bûye sedem ku ew biryara qedexeya hatin û çûnê bidin.

 

Navenda Nûçeyan - Piştî ku 20 haletên pêketina bi vîrusa koronayê li qezaya Çomanê hatin tomarkirin, yekeya kargêrî ya qezayê dewama fermangehan ragirt, hatin û çûn li wê qezayê hate rawestandin û bazar û cihên giştî jî hatine girtin, lê tevgera bazirganî li derîyê sînorî yê Hacî Omeranê berdewam dibe. 

Derbarê rewşa tûşbûyan de, Qaymeqamê Çomanê, Ehmed Qadir ji Rûdawê re ragihand, rewşa wan kesan baş e lê zêdebûna hejmaran pêketîyan bûye sedem ku ew biryara qedexeya hatin û çûnê bidin.

Ehmed Qadir herwiha got: “Tomarkirina 20 haletên pêketinê li Çomanê wiha kir, ku em bikevin nav rewşeke metirsîdar. Lewma ji îro ve me dest bi hin rêkaran kir, ji wan jî me dewama fermangehan rawestand, hevdem ketin û derketina ji qezaya Çomanê hatîye ragirtin û bazar û cihên giştî hatine girtin. Tîmên tendirustîyê yên Çomanê û qezaya Soranê jî pişkinînan bo hemû wan kesan dikin ku guman li ser wan heye, yan berkevtîyên pêketîyan in, daku em bikarin vê rewşa niha kontrol bikin.”

Peyamnêrê Rûdawê yê li Çomanê, Bextîyar Qadir jî ragihand, ji îro ve li sînorê qezaya Çomanê dest bi cîbicîkirina hin rêkarên taybet bi rûbirûbûna koronayê hat kirin û destnîşan kir, ew rêkar piştî tomarkirina 20 haletên nû yên tûşbûnê û li ser biryara rêveberîya qezayê hatine dîyarkirin.

Peyamnêrê Rûdawê dîyar kir, li gorî biryara ku hatîye dan, tevgera bazirganîyê li derîyê sînorî yê Hacî Omeran berdewam dibe û karmendên gomrukê dikarin hatin û çûnê bikin, lê ji bo kesên din hatin û çûn bi tevahî hatîye qedexekirin.

Çoman qezayeke ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye û dikeve 160 kîlometrîya bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe