COLEMÊRG – Li 4 stranbêjên dawetan ji ber stranên Kurdî ceza hat birîn

.

 Li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 4 stranbêjên Kurd ên dawetan bi hinceta “propgandaya rêxistinê” bi 4 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê 28ê Tîrmeha 2024an bi hinceta ku di dawetên li 3 taxên cuda yên Colemêrgê de, stranên siyasî gotine bi ser navnîşanên 4 stranbêjên dawetan de girt.

Stranbê Ozgun Tekçe, Alî Tekîn, Îlhan Akdogan û Bedîrhan Uçar bi hinceta "stranên siyasî dibêjin" hatin desteserkirin.

Her çar stranbêjên dawetan ku bi awayekî girtî dihatin darizandin, îro ji girtîgehê bi Sîstema Deng Û Reng (SEGBÎS) tevlî rûniştina bûn.

Doz li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi rê ve çû.

Wan di prastina xwe de gotin ku stranên Kurdî ne sûc e û wan xwest bêne berdan.

Piştre jî parêzeran wan parastina muwekilên xwe kirin û heman daxwaz dûbare kirin.

Heyeta dadgehê piştî parastinê bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" salek û 3 meh cezayê girtîgehê li stranbêjan birî.

Dadgehê herwiha biryar da ku hikmê wan piştre bê ragihandin û her çar stranbêjên dawetan hatin berdan.

Van demên dawî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hinceta gerandina govendan û gotina stranên Kurdî bi ser dawet û malên Kurdan de digirin û rojane hinek xort û ciwanên Kurd desteser dikin.

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn