Çiyakêşên Barzan çûne lûtkeya çiyayê Dalamper

Navenda Barzan a çiyakêşî û jîngeparêziyê wek yekem gruba çiyakêşên herêma Kurdistanê û Iraqê geştekî çiyakêşiyê bo ser lûtkeya çiyayê Dalanper û çend cîhên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê pêkanî.

Navenda Barzan a çiyakêşî û jîngeparêziyê wek yekem gruba çiyakêşên herêma Kurdistanê û Iraqê geştekî çiyakêşiyê bo ser lûtkeya çiyayê Dalanper û çend cîhên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê pêkanî.

Serokê navenda Barzan a çiyakêşî û jîngeparêziyê Enwer Dolemerî ragehand: ‘’Di geşta herî dawî ya çiyakêşiya vê carê de bi alîkarî û rênasiya çiyakêşê xwedî şiyan Îsmaîl Feramerz, ku ji aliyê din ê Hacî Omeranê ve pêşwazî li me kir û geşta me bo Mêrge Fal destpê kir û piştre jî li ser lûtkeya çiyayê Dalanper a li sînorê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve em serketin, ku zêdetirî 3.466 metre bilind e ji deryayê. Balkêşiya wê lûtkeya çiya ew e ku dikeve xala sînor a navbera sê beşên Kurdistanê yên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê.

Herwaha got: ‘’Di vê geştê de çend cîhekî din ên giring ên Rojhilatê Kurdistanê me serdana wan kir, ji wan jî tirbeya hunermend Hesen Zîrek, Qale Merr û serdana ‘’Xarrî Seholan’’  a navbera Mihabad û Bokanê me kir. Herwaha li bajarê Tîkabê jî navçeya Hewşar cîhê dîrokî yê ‘’Zîndana Silêman’’ em çûnê ku gireke û bîrek lê heye ku gelek çîrok li ser hatine gotin û 86 metreyan kûre û bêhna kûkirtê jê tê. Piştre jî serdana cîh û warên dîrokî yê textê Silêman me kir û di dawiyê de şikefta ‘’Kerftû’’ em çûn û me serdana wê kir.’’

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist