“Ciwanên Şoreşger” 3 zarok ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandin

.

Tevgera Ciwanên Şoreşger 3 zarok bi armanca biçekkirina wan ji taxa Şêx Meqsûd ya Helebê revandin, ku 2 ji wan xwişk û bira ne.

Jêderekî agahdar ji K24 re got, Tevgera Ciwanên Şoreşger ciwana 19 salî ya bi Henîfa Hemo Mislim ji 1ê Gulanê ve û birayê wî yê 12 salî Hemîd Hemo Mislim li taxa Şêx Meqsûd revandin.

Li gorî heman jêderê, zarokên revandî xelkê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ne û ji sala 2019an ve ligel malbata xwe koçberî Helebê bûne.

Wî jêderî diyar kir jî, heman tevgerê zarokê bi navê Mihemed Mistefa Sîdo yê 15 salî jî ji taxa Şêx Meqsûd revendiye.

Ji dema revandinê û heya niha malbata herdu zarokan ti zanyariyan derbarê wan nizane û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin, ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn bi hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn. Ew tax di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Koşka Sipî: Amerîka cezayên li ser Sûriyeyê radike
Hisên Omer: Li Sûriyeyê jî paşeroja Kurdan di destê Tirkan de ye
Hawara Çiyayê Kurmênc
Rêbiwar Taha: Li Kerkûkê 3 katyuşa ketin xwarê