Ciwanekî Sûrî yê 17 salî li Tırkîyê kuştin

Li navçeya Gursu ya Bûrsayê komek nijadperest êrîşî ciwanê 17 salî Hamza Acan ê Sûrîyeyî kirin û bi lîncê kuştin.

Li navçeya Gurcu ya Bûrsayê komek nijadperest êrîşî ciwanê Sûrîyeyê yê 17 salî Hemze Acan kirin û bi lincê kuştin. Dema koma nijadperest êrîşî jinek Sûrîyeyî kirin, Hemze jî xwest jina Sûrîyeyî biparêze û ji destê êrîşkaran rizgar bike. Li ser vê yekê komê êrîşî Hemze jî kirin û Hemze bi lîncê bi giranî birîndar kirin. Hat dîyar kirin ku kesên nijadperest ên li bazarê bi keviran serê Hemze kişandin û bi giranî birîndar kirin. Dema Hemze rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da. 

 

Hemze 8 sal berê li gel malbata xwe ji Idlibê ji şer revîya bû hatibû Tirkîyeyê. Hemze li Mudûrîyeta Îdarî ya Koçberên Bajar a Walîtîya Bûrsayê xwedî statuya penaberan bû.

MA

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin