Ciwanekî Kurd pirtûka serok Barzanî diyarî da Serokwezîrê Polandê

.

 Balyozê Ciwanên Cîhanê Remezan Îsmaîl ku beşdarî Korbenda Rêvebiriya Înternetê ya Netewên Yekgirtî ya li Polonya bû, pirtûka Serok Barzanî ya bi navê “Bo Dîrokê” pêşkêşî Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki kir.

Ciwanê Kurd ê bi navê Remezan Îsmaîl ku berê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke "Balyozê Ciwanên Cîhanê" hatibû hilbijartin, beşdarî Foruma Rêveberiya Înternetê ya Neteweyên Yekbûyî (IGF 2021) bû ku di navbera 6-10 Kanûn 2021 de li Polandê hat lidarxistin.

Di forumê de ku li Navenda Peymana Navneteweyî ya li Katowiceyê hat lidarxistin û ji bo teşwîqkirina hewildanên avakirina pêşerojeke dîjîtal a vekirî, ewledar û azad ji bo hemûyan hat organîzekirin, rêveberên pargîdaniyên teknolojiyê, ciwan, wezîr û qanûndaner hatin cem hev.

Remezan Îsmaîl ku bi cil û bergên gelêrî yên Kurdî beşdarî forumê bû, li vir axaftinek kir û behsa pêşketina teknolojiyê li Herêma Kurdistanê, înternetê û jêhatiya ciwanan kir.

Wî ciwanê Kurd ji Rûdawê re got, “Min di gotara xwe behsa pêşkevtinên Herêma K|urdistanê di warê teknolojî û înternetê de kir û fokusa min li ser şiyan û rola ciwanên Kurd bû.”

Îsmaîl wergera Îngîlîzî ya pirtûka Serok Barzanî ya bi navê “Bo Dîrokê” pêşkêşî Serokwezîrê Polandê Mateusz Morawiecki kir ku beşdarî forumê bûbû.

Remezan Îsmaîl xelkê Hewlêrê ye û di sala 2019an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek "Balyozê Ciwanên Cîhanê" hat hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir
Agir bi Bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê ket