Ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve beşdarî li civîna ciwanên cîhanê dike!

Yekem care ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve û bi fermî beşdarî li civîna rêveberên ciwanên siyasî ya cîhanê dike.

Herman Xalîd-BasNews

Yekem care ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve û bi fermî beşdarî li civîna rêveberên ciwanên siyasî ya cîhanê dike.

 

Civîna rêveberên ciwanên siyasî li Cîhanê (GYLF) her sal li Îspanyayê bi beşdarîya sedan ciwanên siyasî û rêveberên diyar ên cîhanê ve birêve diçe û îsal 22.09.2019ê destpê kir û heta 28ê mehê jî dê berdewam be.

 

Civîna îsal de yekem care ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve beşdar bû.

 

Cîgirê serokê her du rêxistinên Ciwanên Siyasî yê Ewropa û Cîhanê û Nûnerê Yekitîya Ciwanên PDKê li derveyî welat Felah Hesen wek nûnerê ciwanên Kurdistanê beşdarî civînê bûye û ji basnewsê re ragehand, giring e her takekesekî Kurdistanê li derve nûnertîya gelê xwe bike û dosyaya rewa ya gelê kurd bigehîne cîhanê û binasîne.

 

Di civîna rêveberên ciwanên cîhanê de bi dehan serokên welat, serok û berpirsên payebilind ê welatan ên berê behsa ezmûnên xwe dikin.

 

 

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî