Ciwanekî Efrînî di zindanê de canê xwe ji dest da

.

 Ciwanekî Efrînê di zindana hêzên Kurdî de li Şehbayê canê xwe ji dest da.

Rêzan Ebdoyê 24 salî fakulteya karsaziyê li Efrînê temam kiribû.

Beriya nêzîkî salekê li navçeya Şeheba ji aliyê Hêzên Kurdî ve hatibû girtin, di zindanê de nexweş ketibû.

Rêzan Ebdo, beriya sê mehan ji bo dermankirinê ji zindanê hatibû derxistin.

Piştre jî bi hinceta ku lêpirsîna wî temam nebûye dîsa hat girtin û di zindanê de canê xwe ji dest da.

Rêzan Ebdo ji gundê Cilbirê bû, ew û bavê xwe hatibûne girtin.

Bavê wî, Bangîn Ebdo ku bavê şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye, hîn jî di zindanê de ye.

Dayîka Rêzan Ebdo ji Rûdawê re got ku kurê wê hatiye kuştin û kurê wê yê din jî ku di nava YPGyê de ye, çarenivîsa wî nizane.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand