Ciwan Îso: Li Serê Kaniyê tenê 44-45 Kurd mane

.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso got, “Li Serê Kaniyê tenê 44-45 Kurd mane.”

9ê Çiriya Pêşîn a 2019an artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê dagîr kirin.

Di encama dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Girê Spî û Serê Kaniyê ketine bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Her wiha demografiya van deveran bi awayekî sîstematîk tê guhertin û hema bêje Kurdên li van bajaran bi temamî hatine koçberkirin.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso li ser mijarê agahî dan Hêvîdar Zanayê.

“Li Serê Kaniyê tenê 44-45 Kurd mane”

Ciwan Îso diyar kir, “Êşa koçberbûnê êşeke piralî ye” û got:

“Heta niha ji bo vegerandina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ti ronahî nîne.

Serê Kaniyê heta niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye.

Li Serê Kaniyê tenê 44-45 Kurd mane çimkî ev 5 sal in ku li wir talankirin û wêrankirin heye.

Kesên ku dixwazin vegerin jî di vê rewşa heyî de nikarin vegerin gund û bajarên xwe.”

“Êrişên dewleta Tirk hîn dewam dikin”

Ciwan Îso diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê bandorê li vegera koçberan û normalbûna jiyanê dikin û pê de çû:

“Êrişên dewleta Tirk hîn dewam dikin, koçberî hîn dewam dike.

Em hêvî dikin ku civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan li kêleka koçberên Serê Kaniyê bisekinin.

Ji bo koçber vegerin Serê Kaniyê divê dewleta Tirk û komên çekdar ên çete vekişin û aramî hebe.

Ev mijarên pir mezin in lê mixabin civaka navnetweyî bê deng e. Kes li kêleka koçberên ji Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê nesekiniye.”

Berpirsê Pêwendiyan ê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê da zanîn ku şêniyên Serê Kaniyê bi piranî li kampên Waşokanî, Newroz û Serê Kaniyê bi cih bûne lê gelek jî derketine derve.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn